Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel

Rewşenbîrên Reqayê diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di pêkanîna modernîteya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye de ye.

Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
Li Reqayê têkildarî mondernîteya demokratîk panel
4 mijdar, 2024   21:57
REQA

Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê û Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan bi navê "Modernîzma demokratîk ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw e" paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de 2 mijarên sereke; nakokiyên têkildarî hegemoniya li Rojhilata Navîn û teşeyên wê û çareseriya modernîteya demokratîk û sazûmaniya wê hatin nîqaşkirin.

Panel li hola Yekitiya Parêzeran a Reqayê bi beşdariya endamên Yekitiya Rewşenbîran a Reqa, endamên Akademiya Zanistinên Civakî, Yekitiya Parêzeran û Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hat organîzekirin.

MIJARA YEKEMÎN: HEGEMONIYA LI ROJHILATA NAVÎN

Di serî de lêkoler û rewşebîr Munîr El Hafiz deriyê nîqaşa li ser mijara yekê vekir û behsa pirsgirêka hegemoniya çandî kir.

El Hafiz çand pênase kir û destnîşan kir ku ew rêxistinbûyîna bawerî û reftaran e ku hebûna komên curbecur di civakê de îsbat dike û girêdanên di navbera hemûyan de xurt dike.

Lêkolerê rojnameya El Şerq El Ewset El Dîmuqratî Îsmaîl El Xalid li ser hegemoniya hişmendî axivî û got: "Rêbertî di pirtûkên xwe de behsa gelek pirsgirêkên neteweyî û olî kiriye. Her wiha diyar kiriye ku hêzên xwedî bandor hene ji bêîstîqrarî û aloziya herêmê sûdê werdigirin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Besam El Hemed li ser hegemoniya siyasî got: "Cihê Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê, mîrasa wê ya dîrok û dewlemendiya fikrî hiştin ku di dîrokê de bibe navenda şeran."

Piştre, endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Îtîmad El Ehmed bal kişand ser pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên şîrovekirinên hegemoniyê û cûreyên wê.

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Cod El Mihemed got: "Qonaxa em tê de, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Rêbertî dibêje ku ev şer bi hemû rêbazan bi hişmendiyan dilîze û çandên herêmê asîmîle dike."

MIJARA DUYEMÎN: MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK

Beşdaran li ser mijara duyemîn a ˋmodernîteya demokratîkˋ ku Rêber Abdullah Ocalan weke çareseriya herî guncaw ji doz û krîzên Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye, axivîn.

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Ayşe Çawîş dest bi nîqaşê kir û li ser krîzên li Rojhilata Navîn ên bi sedema hegemoniya kapîtalîzma cîhanê, axivî.

Ayşe diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên nû û bandorên wan li ser civakê çareserî pêşkêş kirin û got: "Bi hatina dewletê re, şer derket, xweda bû zilam û jin bû kole. Ji bo wê modernîteya demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêkên asê yên Rojhilata Navîn e."

Endamê akademiyê Şamir Firat li ser erkên sazûmaniya modernîteya demokratîk axivî û got: "Ya girîng hişmendî ye, ne beden e. Eger fikir bimire civak jî dimire. Ji bo serkeftina şoreşa fikrî pêwistiya me bi pergaleke sazûmanî ya cîhanî ya nû heye. Pêwistiya me bi şoreşeke civakî heye ku hemû pirsgirêk werin çareserkirin."

 Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El Osman destnîşan kir ku gelo mirov çawa dikare parastina nirxên exlaqî yên civakê di gel pêşbirka kontrolkirina mejî û zihniyetê de bike. El Osman bi wê yekê balê dikişîne ser hewldanên jehrîkirina çanda civakê bi rêya çandeke biyanî ji hêla kapîtalîzmê ve.

Lêkoler Îsmaîl El Xalid jî diyar kir ku ji bo pêkanîna modernîteya demokratîk divê şoreşên fikrî yên nû li dijî modernîteya kapîtalîstê werin kirin.

Herî dawîn endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Şakir Firat got: "Êrişên teknolojî yên ku modernîteya kapîtalîstê pêk tîne bandoreke nerênî li ser civakê dikin. Çareserî ew e ku bi rêya panel û semînerên hişyarkirinê ji bo ciwanan nirxên exlaqî werin vejandin."

(mh/fr)

ANHA