Astengdarek û kurê wî hatin revandin

Welatiyekî astengdar û kurê wî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Astengdarek û kurê wî hatin revandin
7 îlon, 2024   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên "Polîsên Sivîl" ên girêdayî  dewleta Tirk a dagirker, 4’ê Îlonê welatiyê bi navê Ehmed Mistefa (57) yê astengdar û kurê wî Ciwan revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Ehmed Mistefa û kurê wî ku ji gundê Yelanqozê yê bajarê Cindirêsê ne, li nêzî Çerxerêya Newroz a li navenda bajarê Efrînê hatine revandin.

(bb)