Rejîma Îranê welatiyek girt  2 jî binçav kirin

Rêxistina Hana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê welatiyek ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û 2 welatiyên din jî hatin binçavkirin ku çarenûsa wan nediyare.

Rejîma Îranê welatiyek girt  2 jî binçav kirin
7 tebax, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Hana ragihandî, rejîma Îranê welatiyek bi cezayê girtîgehê mehkûm kir û 2 welatiyên din jî binçav kir ku çarenûsa wan nayê zanîn.

Hate diyarkirin ku welatiyek Kurd ê bi navê Metîn Eslub yê xelkê Nexede, zêdetirî 25 rojin bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye şandin. Heta niha jî ti agahiyek derbarê rewş û cihê ku lê tê girtin de nehatiye zanîn.

Rêxistina Hana destnîşan kir ku welatiyek din ê Kurd bi navê Mîlad Ferîdî Nesîb yê xelkê bajarokê Sîrwan a ser bi parêzgeha Îlam, 13 rojin bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatiye binçavkirin. Mîlad Ferîdî li zîndana Urmiyeyê tê girtin û çarenûsa wî nediyare. Gorî agahiyan Mîlad zewiciye û zarokek heye.

Her wiha hate ragihandin ku welatiyê Kurd ê bi navê Zubeyîr Mehmudî (32) yê xelkê Pîranşar, piştî 28 rojên binçavkirî, hate darizandin û ji girtîgeha Urmiyeyê ji bo girtîgeha navendî ya Nexede hate şandin. Rêxistinê da zanîn ku Zubeyîr Mehmudî ji mafê xwe yê hevdîtina li gel parêzer û malbata xwe bê par tê hiştin.

Hêjayî gotinêye ku her ku diçe zext, êriş, girtin û darvekirinên rejîma Îranê yên li ser welatî, çalakvan û azadîxwazên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetir dibin. Taybet ji dema ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê ve, zêdetirî 320 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadweran hatine binçavkirin.