Rejîma Îranê mamosteyek binçav kir

Hêzên Îranê mamostayek jin a ji bajarê Sineyê ku yek ji girtiyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, binçav kir.

Rejîma Îranê mamosteyek binçav kir
3 tebax, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, duh mamoste û çalakvana civaka sivîl Suheyla Xalîdiyan (58) ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hate binçavkirin.

Hate diyarkirin ku hêzên rejîmê bi ser mala çalakvana sivîl Suheyla Xalîdiyan ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de digirin û wê binçavkirin û berbi cihek nediyar ve tê birin.

Suheyla Xalîdiyan di dema xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve serîhildayîn de, ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Hêjayî gotinêye ku li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistan û Îranê, di nava 11 mehên sala 2024’an de 120 çalakvanên jin hatine binçavkirin, 232 jin jî hatine girtin. Her wiha 41 jin jî hatine darvekirin.