Li Şengalê jiyan ji bo şehîdên Fermanê rawestiya

Îro li her derê Şengalê jiyan ji bo 3 deqeyan hat rawestandin û ji 7 salî heta 70 salî Êzidî li ber deriyê mala xwe, dikanên xwe û meclîsan tev li rêzgirtinê bûn û şehîdên xwe bi bîr anîn.

Li Şengalê jiyan ji bo şehîdên Fermanê rawestiya
3 tebax, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 11’emîn salvegera Fermana 74’an li her dera Şengalê jiyan ji bo 3 deqeyan hat rawestandin. 

Di saet di 10:00’an de bi pêşenegiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Herdanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heya Girzerik, Tilezêr, Sîba û Medîbanê herkes ji bo 3 deqeyan jiyanê dan sekinandin.

Gelê Şengalê li ber meclisên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û meclisên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê rêzgirtina 3 deqeyan bûn.

Piştî rêzgirtinê ji bo birînanîn û şehîdên fermanê li ser rêyên sereke av hatin belavkirin.