Rejîma Îranê di meha Adarê de 8 Kurd bi dar ve kirin

Di meha Adarê de 8 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin darvekirin û 80 welatiyên Kurd jî ji bo dadgehê hatin vexwendin.

Rejîma Îranê di meha Adarê de 8 Kurd bi dar ve kirin
5 nîsan, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha Adarê de 8 welatiyên Kurd ku 2 ji wan jin in, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin darvekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku heman mehê de 80 welatiyên Kurd ku 9 jê jin, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve hatine vexwendin ku beşeke wan hîna destgîrkirî ne.

Li gorî bîlançoya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di meha Sibatê de jî 12 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin.

4 SAL CEZA DAN JINEKÊ

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li jina bi navê Wîda Mihemedî ya nişteciha Tehranê hatiye birîn.

Heman çavkaniyê ragihand ku Wîde Mihemedî bi tometa ‘civîn û propagandaya li dijî dewletê’ hatiye cezakirin û hate gotin: “Bi biryara Dozgeriya Giştî kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.”