Sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re hat xwestin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîd Kara Qamişlo û Mihemed Mistefa re xwest.

5 nîsan, 2025   15:25
QAMIŞLO

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Amed (Mihemed Mistefa) ê ku 26’ê Adarê li Bendava Tişrînê û şervanê QSD’ê Kara Qamişlo (Îbrahîm Mihemed El Îbrahîm) ê ku 28’ê Adarê li Dêr Hafirê şehîd bûbûn, şîn li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat danîn.

Şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, meclisa leşkerî û malbatên şehîdan herikîn bin kon û sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtin axaftin hatin kirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo anî ziman ku bi keda şehîdan tevahî planên dijmin ên dagirkirina Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hatin têkbirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Meclid Qamişlo axivî û soza domandina têkoşînê da.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ahîma Xalib jî anî ziman ku dê xwedî li şehîdan derkevin û bîranînên wan zindî bihêlin.

Birayê şehîd Amed, Cîlo Mistefa jî anî ziman ku şervanan bi îrade û biryardariyeke ku nayê şikandin planên dijmin vala derxistin.

Her wiha endama PYD’ê Zînê Hesarî jî got: "Em çi qasî pesnê şehîdan bikin em nikarin heqê wan bidin. Lê divê em têkoşîna li hemberî dijmin û planên wê mezin bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubeyd Ebdî jî bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan herêmê û da znaîn ku li ser vê axa pîroz xwîna hemû pêkhateyan bû yek.

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(bb)

ANHA