Artêşa Îsraîlê li avahiya parêzgeriyê ya li Quneytrayê da

Artêşa Îsraîlê avahiya parêzgeriyê ya Quneytîrayê kir hedef.

Artêşa Îsraîlê li avahiya parêzgeriyê ya li Quneytrayê da
5 nîsan, 2025   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê bi obîsekê li avahiya parêzgeriyê ya Quneytîrayê kir hedef.

Der barê ziraran de agahî nehatin dayîn.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê ve artêşa Îsraîlê 39 êriş (34 hewayî û 5 êrişên bejahî) li dijî Sûriyeyê pêk anîn. Di encama wan êrişan de 20 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 46 hedef (depoyên çekan, baregehên leşkerî û maşîne) hatin rûxandin.

(bb)