Zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên Kurd didomin

Hevjîna girtiyekî Kurd li Mehabadê ji aliyê îstixbarata rejîma Îranê ve ji bo miduriyeta polîsan hate vexwendin û di dema lêpirsînê de gefa destgîrkirinê lê xwarin.

Zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên Kurd didomin
7 sibat, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Zext û êrişên rejîma Îranê yên li ser welatî û çalakvanên azadîxwaz her ku diçe tundtir dibin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand duh hevjîna girtiyê Kurd Celal Sedeqî, Sîrwan Şawale ji aliyê Navenda Îstixbaratê ya Mehabadê ve hate gazîkirin û çend saetan lêpirsîn lê kirin.

Hate diyarkirin ku Sîrwan Şawale di dema lêpirsînê de ji aliyê endamên îstîxbaratê ve gefa destgîrkirinê lê hatiye xwarin. Têkildarî sedema gazîkirin û gefxwarina li Sîrwan Şawale tu agahî nehatin belavkirin.

15’ê Îlona 2024’an de Celal Sedeqî li mala xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve bêyî destûra yasayî hatibp destgîrkirin. Celal Sedeqî piştre sewqî Rêveberiya Îtlaatê ya Urmiyeyê hate kirin. Ji wê demê ve Celal Sedeqî ji mafê xwe yê hevdîtinê hatiye bêparkirin.