Rejîma Îranê 4 jin girtin

Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 4 jinên din li bajarên cûda yên Îranê binçavkiriye û çarenûsa wan jinan nediyar e.

Rejîma Îranê 4 jin girtin
19 sibat, 2026   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, parvekiriye, jina bi navê Kîmya Dawudî  xelkê Tehranê di dema serdegirtina mala wê ya ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.

Her wiha hatiye diyarkirin jinên bi navên Ayda Îzedî (19) û Sugen Naîcî (21) ên xelkên Çemistan di dema serdegirtina malên wan ya ji aliyê polîsên Îranê ve hatine binçavkirin. Malbat li ser çarenûsa wan tu agahî bidest nexistine.

Jinek din a bi navê Hedîs Elmaspur ya xelkê parêzgeha Îlamê bêyî biryara dadwer ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye binçavkirin. Hatiye diyarkirin ku Hedîs Elmaspur birine cihek nediyar û çarenûsa wê nediyar e.