Artêşa Îsraîlê ragihand ku li baregehên Hizbullahê xistiye

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê li baregehên Hizbullahê xistiye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li baregehên Hizbullahê xistiye
19 sibat, 2026   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li başûrê Lubnanê li baregehên Hizbullahê daye.

Di daxuyaniyê de ku li ser Telegramê hatiye parvekirin, hate gotin ev derbe ji ber binpêkirinên wê yên domdar ên şertên agirbestê li binesaziya Hizbullahê hatiye xistin.

Der bar zirarên derbeyê de agahî nehatin parvekirin.

Medyaya Lubnanê jî ragihand ku ji herêmên başûrê welat dengê teqînên mezin hat û balafirên şer ên Îsraîlê li ser herêmê geriyan.

(bb)