Rejîma Îranê 2 xwepêşanderên din bi darve kir

Li Îranê 2 kesên din bi hinceta ku tevlî protestoyên girseyî yên destpêka salê bûne, li bajarê Esfehanê li pêşiya gel hatin darvekirin.

Rejîma Îranê 2 xwepêşanderên din bi darve kir
28 tîrmeh, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajana nûçeyan a Mizan Online ku ser bi dadgeriya Îranê ve ye, kesên hatin darvekirin Ebulfazl Sepahi û Amir-Huseyin Safari ne.

Tê gotin, li Îranê cezayê darvekirinê piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya DYA û Îsraîlê ya 28’ê Sibatê li ser Îranê zêde bû. Beşeke girîng a mirovên di dema dawî de hatin darvekirin xwepêşandêr in ku bi hinceta beşdariya li xwepêşandanên li dijî hikumetê hatin mehkûmkirin.

Di serî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li gorî gelek saziyên mafên mirovan Îran piştî Çînê ew welate ku herî zêde cezayê darvekirinê lê bi cih tê anîn.

Li gorî daneyên Iran Human Rights a li Norwêcê û “Ensemble contre la peine de mort” a navenda wê li Parîsê, di sala 2025’an de li Îranê herî kêm 1.639 kes hatin darvekirin.