Rayedarên Somaliyê kuştina 20 çeteyên DAIŞ’ê ragihand

Li Somaliyê di operasyoneke leşkerî de 20 çeteyên DAIŞˈê hatin kuştin.

Rayedarên Somaliyê kuştina 20 çeteyên DAIŞ’ê ragihand
16 ÇILE, 2025   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Somaliyê ragihand ku di operasyona leşkerî ya li rojhilatê Somaliyê de, 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Somaliyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî wegirtine, “Hêzên taybet ên eyaleta Puntlandê, li herêma Barre ya rojhilatê Somaliyê operasyoneke leşkerî ya berfireh li dijî baregehên DAIŞ'ê pêk anî.”

Ajansê diyar kir ku di encama operasyonê de 4 jê biyanî, 20 çeteyên DAIŞˈê hatin kuştin. Hate diyarkirin ku hêzên operasyonê di demên dawîn de li çiyayê Kal Mîskat gelek deverên stratejîk kontrol kirin.

(bb)