Dadgehkirina miftiyê berê yê Sûriyeyê dest pê kir

Darizandina miftiyê berê yê rejîma Baasê Ehmed Bedredîn Hesûn li Dadgeha Ceza ya 4‘emîn a li Şamê dest pê kir.

Dadgehkirina miftiyê berê yê Sûriyeyê dest pê kir
25 hezîran, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Wezaretê Dadê ya Sûriyeyê ragihand ku rûniştinên pêşîn ên darizandina miftiyê berê yê Sûriyeyê yê serdema rejîma Baasê Ehmed Bedredîn Hesûn li Dadgeha Ceza ya 4‘emîn ya Şamê dest pê kir.

Hesûn sala 1949‘an li bajarê Helebê ji dayik bûye. Di navbera salên 2005-2021‘an de wek miftiyê komarê kar kiribû. Di sala 2021‘an de serokê rejîma Baasê Beşar El Esed biryara betalkirina vê rayeyê dabû.

Hesûn ku bi aşkerayî piştgirî dabû bombebarankirina taxên Helebê bi bermîlên teqemeniyê û bi navê "Miftiyê Bermîlan" hat binavkirin.

Duh jî darizandina pismamê Beşar El Esed, Wesîm El Esed li heman dadgehê dest pê kiribû.

(bb)