Di hefteyekê de rojevên rojnameyan

Di rojevên hefteya borî yên rojnameyên de paşguhkirina Kurdan di tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê de û temsîla jinan hatin nirxandin. Der barê Îran û DYA‘yê de jî hate diyarkirin ku her du alî nêzî lihevkirinekê dibin. Tengava Hurmuzê jî hîna navenda şerê navneteweyî ye.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyan
31 gulan, 2026   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de tayînkirinên nûnerên parlamantoya Sûriyeyê (Meclisa Gel), geşedanên li Îranê û dosyaya Tengava Hurmuzê nirxandin.

‘5 KURSÎ JI 210’AN: HILBIJARTINÊN ‘MECLISA GEL’ KURD PAŞGUH KIRIN’

Rojnameya Lubnanê El Exbar bal kişand ser tayînkirina endamên parlamentoyê, an jî tiştê ku wek "Meclisa Gel" li Sûriyeyê tê zanîn. Rojnameyê nivîsî ku mekanîzmaya destnîşankirina endaman bi aşkerayî Kurd paşguh kirine, piştî ku Kurdan tenê 5 kursî ji 210 kursiyan di meclisê de bi dest xistin.

Her wiha destnîşan kir ku tayînkirin bi rêya "desteyeke hilbijartinê" pêk hat ku ji 3’yan 2’yê endamên meclisê destnîşan dike. Rojnameyê nivîsî ku ev pêvajo ji hilbijartineke rastîn wêdetir "tayînkirineke veşartî" ye.

Rojnameyê her wiha rexne li nûnertiya qels a jinan kir, ji ber ku di lîsteya namzetên "hilbijartî" de tenê jinek hebû.

PEYAM LI BENDA BICIHANÎNÊ YE

Rojnameya El Xelîc jî destnîşan kir ku peymanek di navbera Washington û Tehranê de nêzîk e, li benda destwerdanên dawîn û pejirandina ji aliyê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî ve ye.

Li gorî nûçeyên amerîkî, Xameneyî ji dema ku di şerê dawîn de birîndar bûye ve li cihek veşartî dijî.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku piraniya bendên wê temam bûne, lê xuya ye tu alî ji bo ragihandina peymanê lez nakin. Her wiha hate gotin, nîqaşên der barê vekirina Tengava Hurmuz û radestkirina stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê de berdewam dikin.

Li gorî rojnameyê, lihevkirina pêşbênîkirî ji rakirina cezayan li ser nêz 25 mîlyar dolarên Îranê yên cemidandî, berdewama hebûna leşkerî ya amerîkî li herêmê di pêvajoya agirbestê ya 60 rojî pêk tê, da ku rê li ber dan û standinên berfireh ên der barê bernameya nukleerî were vekirin.

Rojnameyê îşaret pê kir ku eger lihevkirin pêk were dê sînorek ji şer re were dayîn û aloziya li herêma Kendavê, bi taybetî li Tengava Humruzê bi dawî bibe. Her wiha hate diyarkirin ku serketina lihevkirinê girêdayî pêkanîna wê.

'TENGAVA HURMUZÊ DI NAVENDA NAKOKIYÊN NAVNETEWEYÎ DE YE'

Rojnameya El Beyan ku der barê Tengava Hurmuzê de nivîsî, diyar kir ku şerê dawîn ê di navbera DYA-Îsraîlê û Îranê de mijara rêyên deryayî dîsa xistiye rojeva nakokiyên navneteweyî, nemaze piştî ku Îranê Hurmuzê girt û li ser keştiyên derbas dibin xerc ferz kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku qanûnên navneteweyî Tengava Hurmuzê wek rêyeke avê ya navneteweyî dihesibînin ku derbasbûnê garantî dikin, lê Tehran tengav wek kaxezeke siyasî ya muzakereyan bi kar tîne.

Rojnameyê îşaret pê kir ku girtina tengavê zirareke berfireh daye welatên Kendavê û welatên ku enerjiyê îthal dikin û bi bîr xist ku bi qasî ji sedî 20’ê bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di tengavê re derbas dibe.

Rojnameyê girtina Hurmuzê ji aliyê Îranê ve wek "dijberiyeke rasterast li dijî qanûnên navneteweyî û pergala aborî ya global" bi nav kir.