Rapora hevpar a Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin

Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsa Tirkiyeyê ku ji 7 xal û 60 rûpelan pêk tê bi 47 dengan hat qebûlkirin.

Rapora hevpar a Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin
18 sibat, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN  

Komîsyona Meclîsê ya Tirkiyeyê civîna xwe ya dawî li dar xist. Di civînê de rapora hevpar bi dengdayînê hate qebûlkirin. Ji 51 endamên komîsyonê 47 jê weke “erê” deng dan û 2 kesan neyînî deng da û kesek jî ne erênî û ne jî neyînî deng da. Bi vî awayî rapora hevpar hat qebûlkirin.