Rageşiya li deverên perav û hundirê Sûriyeyê didomin

Piştî xwepêşandanên li Laziqiyê, Ceble, Tertûrs, Hema û Humsê komên hêzên hikumeta veguhêz bi ser mal û dikanên malan de girtin û kesên tev li xwepêşandanan bûne destgîr kirin.

Rageşiya li deverên perav û hundirê Sûriyeyê didomin
26 mijdar, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî xwepêşandanên duh ên li zêdetirî 42 derverên li perav û hundirê Sûriyeyê rageşî û hişyariya ewlehiyê dewam dikin.

Ji saetên berbanga îro de, ji ber fikar metirsiya rageşiyê û belavbûna zêde ya hêzên hikumeta veguhêz û bandên kontrolê li hundirê bajarên stratejîk û dewriyeyên wan, tevgera normal a welatiyan li deverên peravê û hundirê Sûriyeyê tune ye.

Nûçegihanên ajansa me yên li wan deveran diyar kir ku komên alîgirên hikumeta veguhêz di saetên derengiya şeva duh de bi ser taxên Laziqiyê, kolanên Ceble û Tertûsê de girtin û şîarên taîfî avêtin, êrişî dikan û malên welatiyan kirin. Bi wê yekê şênî tirsandin, erebe şikandin û zirar gihandin mal û milkên wan.

Hêzên hikumeta veguhêz bi ser malên ku ciwanên wan beşdarî xwepêşandana li bajarokê Enazê yê Tertûsê bûne de girtin û ciwan girtin.

Girêdayî mijarê, komên çekdar bi ser taxa Ekremê ya Humsê de girt, ji xwediyên dikanên xwest ku dikanên xwe bigirin û gotinên xebar ji şêniyan re kirin.

Li dijî xwepêşandêran qaşo "Muftiyê bajarê Ezazê" yê bakurê Helebê gef li dijî Elewiyan xwar û got, "Xwepêşandêran gule li zarokan wan barandine".

Çalakvanên medyaya girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî dîmenên panzer, erebeyên zirxî û çekên giran ên wekî obîsan parve kirin û got ew ber bi peravê ve dişin. Lê cihê kişandina dîmen û herêmên ew erebe lê bi cih bûne nehatin diyarkirin.

Têkildarî mijarê, Komeleya Elewiyên Sûriyeyî li Ewropa bi daxuyaniyekê "êrişên ku desthilata veguhêz û komên wê li dijî xwepêşandêrên aştîxwaz dikin" şermezar kir û ew wekî "sûcek belgekirî û xeternak e" bi nav kir.

Di daxuyaniya komeleyê de hat gotin ku "Her belgeyek, wêne, dîmen û şahideyek wê ji aliyên navneteweyî yên eleqedar re werin şandin" û daxwaza hat kirin ku "divê her kesê di dîmen û wêneyan de derketiye yan jî gule avêtiye yan jî tev li êrişan bûye were cezakirin." Di daxuyaniyê de hişyariya ji bo " desthilatê der barê tevkarî û paşguhkirina van sûcan" hat dayîn.

(fr)