QSDˈê 3 çalakî li dar xistin: 8 dagirker birîndar bûn

QSDˈê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 çalakiyên din ên bersivdayînê li dar xistin. Di encama va çalakiyan de 8 leşkerên dagirker birîndar bûn û 3 erebeyên leşkerî hatine îmhakirin.

QSDˈê 3 çalakî li dar xistin: 8 dagirker birîndar bûn
27 cotmeh, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê 3 çalak li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine.

Daxuyanî bi vî rengî ye: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên me Hêzên Sûryeya Demokratîk ku bi çalakiyên bibandor bersiva êrişan didin, li bargehên wan ên li herêmên dagirkirî didin. Di van çalakiyan de windahiyên mezin dighînin dagirekran.

Hêzên me duh (Şemiyê)  li gundewarê Til Temirê çalakiyeke leşkerî li dijî baregeheke dagirkeran li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker birîndar bûn û 3 erebeyên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.

Hêzên me li gundên Seyda û Mezre yên Eyn Îsayê jî du çalakiyên din li dijî baregehên dagirkeran pêk anîn. Di encamê de hejmarek leşkerên dagirker birîndar bûn. Nehat zanîn bê çend leşker birîndar bûne. "

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Hêzên me  li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên me xwedî mafê parastina rewa ne. Em ê li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan gelê xwe û milkên wê biparêzin."

(bb)