QSD’ê û rûspiyên eşîran hebûna tu leşkerekî rejîma berê yan jî îraniyan red kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, rûspiyên eşîran di civînekê de bi Koalîsyona Navneteweyî re hebûna tu leşkerekî rejîma Sûrî ya berê yan jî endamên Îranê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kir.

QSD’ê û rûspiyên eşîran hebûna tu leşkerekî rejîma berê yan jî îraniyan red kir
7 adar, 2025   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, fermandarên leşkerî yên QSD’ê, fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî û rûspiyên kantonên Reqa û Tebqayê, civînek li dar xist.

Civîna li Reqayê hat lidarxistin, di civînê de beşdaran li ser pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Her wiha beşdaran girîngî da piştgiriya îstîqrar û ewlehiya herêmê û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha beşdaran anî ziman ku divê çareseriyên aştiyane ji kêşeyên heyî re werin danîn.

Ji encanameya civînê, beşdaran hebûna tu leşkerî ji rejîma berê yan jî endamên Îranî li herêmên xwe red kirin.

Ev redkirin, bersivdana raporên ku tê de, tê gotin li herêmê ev leşker û endam hene, ye.

(fr)

ANHA