QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan

QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û rûspiyên eşîran li hev kir ku çareseriya Sûriyeyê di diyaloga Sûrî-Sûrî de û avakirina şandeyekê ji bo diyaloga bi Şamê re ye, her wiha wê efûyek ji bo girtiyên mafê giştî were derxistin.

QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
QSD’ê, Koalîsyona Navneteweyî û eşîrên Tebqa û Reqayê li hev civiyan
7 adar, 2025   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî tevî hejmarek ji fermandarên leşkerî yên QSD’ê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro înê (7’ê Adarê) bi fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û şandeyeke mezin a rûsipiyên kantonên Reqa û Tebqayê re civiyan.

Civîna ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin, geşedanên li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî diqewimin hatin gotûbêjkirin û di wê civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi boneya Meha Remezanê bi xêrhatina beşdaran kir.

Her wiha beşdaran tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyên aştiyane ji bo kêşeyên heyî kirin û got pêwîstî bi rûbirûbûna DAIŞ’ê û destekdayîna aramî û ewlehiyê li herêmê heye.

Di civînê de hin encamname hatin gotin û wiha ne:

1- Krîza Sûriyeyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser dibe û em bi Şamê re li hev dikin ku çareseriya leşkerî ji holê tune be.

2- Şandeyek ji gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve, ji bo diyaloga bi Şamê re li ser paşeroja herêmê û dewleta Sûriyê, bê avakirin.

3-Piştî diyalogê û lihevkirinê, saziyên Rêveberiya Xweser bi dewleta Sûriyeyê ve bibin yek.

4- Di demeke nêzîk de wê pakêteke çaksaziyên îdarî û aborî ku xizmeta berjewendiyên gelên herêmê dike, were destpêkirin.

5- Em hebûna endamên bermahiyên rejîma berê û pêkhateyên Îranê li herêmên me red dikin.

6- Em ê bi boneya Meha Remezanê ji bo girtiyên hiqûqa giştî efûyê derxin.

7- Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî piştevaniya xwe ji bo çareseriyên aştiyane û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê di navbera hemû aliyan de nîşan da.

(fr)