Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
27 sibat, 2025   09:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şande dê piştî hevdîtinê li Stenbolê daxuyaniyê bide û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.