`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`

Partiya Sûriya Pêşerojê di semînerekê de destnîşan kir ku hêzên kapîtalîst di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, vîna gelan, ronakbîr û pêşengên wan dikin hedef û diyar kir ku heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, têkoşîna wan berdewam e.

`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`
`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`
`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`
`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`
`Komploya Navneteweyî mînakeke diyar a komploya li dijî vîna gelan e`
6 sibat 2024   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihereng li dar ketin. Girêdayî mijarê, Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê semînerek bi sernavê "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî" li dar xist. 

Di semînerê de endamên saziyên civaka sivîl, partî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hazir bûn.

Endama rêveberiya Meclisa Partiyê Fatme El Taraf semîner bi rêve bir û behsa "Dosyaya dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan" kir.

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Ferhan jî behsa hovîtiya dewleta Tirk li hember şoreş û serhildanên Kurdan kir û got: "Wan xwest ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şoreşa li dar têk bibin, lê berovajî wê çêbû, êdî tirk û cîhan bi fikrê wî bawer in. Beyî Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe."

(şx)