QSD: Êriş li ser beşa Eşbalên El Xîlafe ye

Navenda Ragahandin û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê di derbarê êrişa li ser girtîgeha Sînayê ya li Hesekê a li dijî beşa Eşbal El Xîlafe de li ser malperên xwe daxuyaniyêk weşand û got: “Di encama êrîşê de hinek girtî sivikî birîndar bûne.”

QSD: Êriş li ser beşa Eşbalên El Xîlafe ye
16 ÇILE, 2024   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malperên xwe yên fermî detayên êrişa vê sibê li dijî girtîgeha çeteyên DAIŞ`ê li Hesekê aşkera kirin. 

Daxuyanî wiha ye:

 "Saet di 7:30`an de li dijî girtîgeha Sîna yên çeteyên DAIŞ`ê tê de hatine girtin, êrişa bi moşekan pêk hat. Di êrişê de beşa Eşbal El Xîlafe hate hedefgirtin. Di encamê de hin girtî bi sivikî birîdar bûn.

Her wiha di êriş de bi dehan girtiyên rêxistina terorîst hewl dan ji girtîgehê birevin, lê belê tedbîrên ewlehiyê yên hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtine, rê li pêşiya hewldana wan girtin.

Êriş, hemwextî salvegera duyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sîna ye ku 20`ê Çileya 2022`yan ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êriş girtîgehê kir lê belê piştî hefteyekê QSD`ê êriş bi dawî kir û şaneyên êrişker tune kir."

(şx)

ANHA