Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesazî û saziyên xizmetê de 2 mîlyon û nîv şêniyên kantona Cizîrê bê kehrebe (Ceyran-elektrîk), av, gaz û mazot hatin hiştin.

Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
Kantona Cizîrê bê kehrebe, av û gaz hat hiştin
16 ÇILE, 2024   09:53
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN/LAVA IBRAHÎM

 Dewleta Tirk a dagirker ji 13`ê Çileya 2024’an ve bi balafirên şer û yên bêfirokevan ên biçek saziyên xizmetguzarî, stasyonên kehrebê, stasyonên petrol, avê, malên hemwelatiyan, navend û bendên kontorlê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran dike.

Bi taybetî stasyona Ude ya li navçeya Tirbespiyê û stasyona Siwêdiyê ya li bajarokê Rîmelan ên girêdayî bajarê Qamişlo ku pêdiviya tevahiya Kantona Cizîrê pêk tînin, hatin hedefkirin.

Dîmenên ku me li cihên bûne hedefa êrişan kişandine, hilweşandina ku dagirkeran pêk aniye, radixin ber çavan.

STASYONA UDÊ SEDÎ 90 JI XIZMETÊ DERKETIYE

Stasyona Udê piraniya pêdiviya gaz, mazot û benzînê ya tevahiya Kantonê Cizîrê pêşwazî dike. Lê artêşa Tirk a dagirker ji 13`ê Çileyê heta êvariya 15’ê Çileyê bi dehan caran bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku rayadarên stasyonê dan me, di encama êrişan de stasyon ji sedî 90 ji xizmetê derketiye.

Yek ji beşên stasyonê yên hatine bombebarankirin ku me dîmenên wê kişandin jî beşa 3`yemîn e. Sê beşên parzûnkirina petrolê yên li vir roja 14`ê Çileyê saet 19.00’an de hatin bombebarandin û hersê ji xizmetê derketin.

EV 3 SALIN DIBE HEDEFA ÊRIŞAN

Stasyona Udê di sê salên dawî de her dibe hedefa dagirkeran. 20`ê Mijdara 2022`an, 4`ê Cotmeha 2023`an û 23`yê Kanûna 2023`an ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin. Ji ber êrîşan stasyon bi temamî ji xizmetê derketibû.

Li Tirbespiyê yek ji navendên bûye hedefa êrişan jî Stasyona Kehrebê ye. Stasyona ku kehrebê dide şêniyên navenda navçeya Tirbespiyê û hemû gundewarên wê, 14`ê Çileya 2024`an hatibû bombebarankirin. Di encama êrişan de stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye û kehrebe li ser nevçeyê û gundên wê qut bûye. Stasyon 15`ê Çileyê careke din hat bombebarankirin.

STASYONA SIWÊDIYÊ

Yek ji cihên hatine bombebarankirin Stasyona Siwêdiyê ya li bajaroka Rimêlan e. Ev der Stasyona herî mezin a li kantona Cizîrê ku pêdiviya gaz, kehrebeyê pêşwazî dike ye. Stasyona ji beşên gaz, mazot-benzîn û kehrebeyê pêk tê. Hemû pêdiviyên gaz, mazot, benzîn û kehrebeyê yên şêniyên kantona Cizîrê ji vê stasyonê dihatin peydakirin. Her wiha bi riya kehrebeya ji vê derê dihat belavkirin, stasyonên ava yên bajarên kantonê jî dihatin şixulandin.

Beşa gazê ya Stasyona Siwêdiyê rojane 13 hezar tupên gazê ji şêniyên kantona Cizîrê re belav dikirin.

Di 13`ê Çileyê de stasyon ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve zêdetî 10 caran hat bombebarankirin û bi temamî ji xizmetê derketiye.

Bi taybetî beşên gaz û mazot-benzînê ziyanek mezin dîtine û bi temamî ji xizmetê derketine.

3 SALE DIBE HEDEFA ÊRIŞAN

Stasyon ji 2022’yan ve gelek caran ji aliyê dagirkeran ve hatiye bombebarankirin. 23`yê Mijdara 2022`yan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker Stasyona Siwêdiyê bombebaran kiribû û di encamê de stasyon sedî 40 ji xizmetê derketibû. 6`ê Cotmeha 2023`yan dîsa hatibû hedefkirin û sedî 80 ji xizmetê derketibû.

BANDORA LI SER ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ  

Ji ber êrîşan piraniya pêdiviyên jiyanî yên welatiyên Kantona Cizîrê nayên pêşwazîkirin. Li gorî rêveberiya xweser, li 15 bajar, navçe, bajarok û bi sedan gundên Kantona Cizîrê, zêdetirî 2 milyon û nîv kes bê kehrebe mane.

Stasyonên avê yên bajar û navçeyan ku bi kehrebeyê kar dikin, tevahiya kehrebeya xwe ji stasyona Siwediya digirtin. Lê ji ber ku stasyon ji xizmetê derketiye,  stasyonên avê jî sekînine. Lewma 2 mîlyon û nîv însan niha pirsgirêka avê dijîn.

Yek ji pêdiviyên jiyanî jî gaz, mazot û benzîn e. Bi taybetî di vê demsala zivistanê de welatiyên ku tenê sobeyên mazotê bikar tînin, êdî di peydakirina sotemeniyê û gazê de zehmetiyên mezin bikişînin.

ANHA