Nivîsgeha Enerjiyê: Tekane stasyona kehrebeyê wêran bû

Nivîsgeha Enerjiyê destnîşan kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de tekane stasyona navendî ya kehrebeyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî wêran bûye.

Nivîsgeha Enerjiyê: Tekane stasyona kehrebeyê wêran bû
16 ÇILE, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên enerjiyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera nivîsgehê hat weşandin de hat diyarkirin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagikrer 9 caran stasyona kehrebeyê ya Siwêdiyê bombebaran kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişan de pergala hilberandinê ya Saziya Giştî ya Kehrebeyê û Şîrketa Petrolê ya Rimêlanê û qadên girêdayî wan hatine hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku cihê hatiye bombebarankirin tekane stasyona navendî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji sedî 100 hilweşiya ye.

Di dawiya daxuyaniyê de êriş û bêdengiya navnetewî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Ev yek yek ji mezintirîn sûcên şer e ku li dijî gelê berxwedêr ê ji bo bidawîkirina terora DAIŞ`ê fedakarî kiriye.

Em bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî jêderên jiyanê yên 5 milyon kesî, şermezar dikin. Rûsya û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li vê erdnîgariyê berpirsên vê wêraniyê ne."

(şx/a)

ANHA