QSD’ê banga rawestandina êrişên li ser Siwêdayê kir

QSD’ê êrişên li dijî Siwêdayê şermezar kirin û diyar kir ku ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan divê derfet li pêşiya hewldanên nîştimanî werin vekirin.

QSD’ê banga rawestandina êrişên li ser Siwêdayê kir
14 tîrmeh, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şer û êrişên li Siwêdayî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êriş û binpêkirinên domdar ên li gund û bajarokên parêzgeha Siwêdayê şermezar dikin ku di encamê de hejmareke kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan mal û mezreyan sivîlan hatin şewitandin û wêrankirin.

Êrişên domdar ên li ser gelê me yê Siwêdayê û tengavkirina domdar ên jiyana wan, çûn û hatin û xwestekên wan, ji bo me çavkaniya fikaran e. Di heman demê têkbirina hêviyên sûriyeyan e.

Em banga agirbestê û garantiya ku ev êriş dubare nebin dikin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê derfet li pêşiya însiyatîfên nîştimanî were vekirin ku li gorî hêviyên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê be."

(bb)