QSD: Komên Şamê bi tank û topan girtîgeha Eqtan topbaran dikin

Navenda Ragihandinê ya QSDˊê diyar kir ku ev cara sêyemîn e ku çeteyên hikumeta demkî hewl didin bikevin girtîgeha Eqtan a girtiyên DAIŞˊê ya Reqayê, lê hêzên QSDˊê bersivên tund didin.

QSD: Komên Şamê bi tank û topan girtîgeha Eqtan topbaran dikin
19 ÇILE, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku "Komên Şamê bi tank û topan êrişî girtîgeha Eqtan a girtiyên DAIŞˊê ya bajarê Reqayê dikin."

Navendê daxuyand ku "Îro, ev cara sêyemîn e ku komên Şamê hewl didin bikevin girtîgehê, da ku girtiyan berdin. Lê hêzên me berxwedaneke mezin li dijî van êrişan raber dikin."

(fr)