QSD: Îdiayên Tirkiyeyê yên şehîdxistina 13 şervanên me derew in

QSDˊê îdiayên Werareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên der barê şehîdxistina 13 şervanên wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derewandin.

QSD: Îdiayên Tirkiyeyê yên şehîdxistina 13 şervanên me derew in
24 nîsan, 2024   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk der barê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 13 şervanên QSDˊê daxuyaniyekê da.

Di daxuyaniya QSDˊê de wiha hate gotin: "Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku di rojên 20, 23 û 24’ê Nîsanê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 şervanên me şehîd xistine. Îdiaya Wezareta dagirker ji rastiyê dûr e."

(fr)