QSD îdiayên rawestandina pompkirina avê ji stasyona Babiriyê red kir

Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên dezgeha qaşo "Desteya Enerjiyê" ya hikûmeta Demkî derbarê rawestandina pompkirina avê ji stasyona Babiriyê li gundewarê rojhilatê Helebê red kirin. QSD'ê piştrast kir ku ev yek di çarçoveya derewan wekî amûrek ji bo sorkirin tê.

QSD îdiayên rawestandina pompkirina avê ji stasyona Babiriyê red kir
10 ÇILE, 2026   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û îdiayên qaşo "Desteya Enerjiyê" ya di hikûmeta Demkî ku dibêje bi fermana QSD'ê pompkirina avê ji stasyona Babiriyê ya rojhilatê Helebê hatiye rawestandin, red kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Desteya Enerjiyê" ya di hikûmeta Şamê îdia kir ku pompekirina avê stasyona Babiriyê li gundewarê rojhilatê Helebê li ser daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk rawestiyaye.

Em teqez dikin ku ev îdia nerast in û di çarçoveya kampanyayeke derewên bi zanebûn û bi armanca sorkirinê pêk tên.

Kar û pompekirina avê li stasyona Babîriyê girêdayî rêveberî û teknolojiyên ku li derveyî çarçoveya xebata hêzên me ne, hikûmeta Şamê bi xwe berê gelek caran bi topan stasyonê hedef girtiye, piştire xwestiye ku yên din ji encamên kiryarên xwe berpirsiyar bigire.

(ac)

ANHA