QSD: Hevreyê me Gabar şehîd bû

Şervanê QSD’ê Gabar Kobanê  10’ê Mijdarê di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû.

QSD: Hevreyê me Gabar şehîd bû
25 mijdar, 2025   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Gabar Kobanê (Ezîz Şêx Bekir) 10’ê Mijdarê li bajarê Hesekê di encama qezayeke leşkerî de şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Gabar û tevahî malbatên şehîdan re hat xwestin û soza domandina rêya wan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Gabar Kobanê
Nav û paşnav: Ezîz Şêx Elî
Navê dayikê: Zehra
Navê bav: Mistefa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê (qezaya leşkerî), 10 Mijdar 2025.

(bb)