Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin

Xwepêşandêrên bi armanca şermezarkirina tundiyê, daxwaza federalî û nenavendîtiyê li gelek bajarên Sûriyeyê daketine qadan, hatin gulebarankirin.

Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin
Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin
Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin
Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin
Hêzên hikumeta veguhêz xwepêşandêr gulebaran kirin
25 mijdar, 2025   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêrên ku li dijî tundiya vê dawiyê ya li Humsê, li bajarên Humsê û Laziqiyê derketine qadan, hatin gulebarankirin.

Nûçegihana me ji Laziqiyê diyar kir ku pêkhateya Elewî, bi armanca şermezarkirina tundî û êrişên vê dawiyê yên li Humsê çêbûne, li Çexerêya Zîraa çalakiyek li dar xist. Lê komeke ciwanan bi keviran êrişî kombûnê kir, piştre gule hatin avêtin û çend xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Humsê jî komekê bi heman rengî bi ço û kêran êrişî xwepêşandêran kir, birîndarî çêbûn û rasterast gule li xwepêşandêran barandin.

Piştî xwepêşandêr hatin gulebarankirin, li tevahî bajar û bajarokên di bin kontrola hikumeta veguhêz a de tevgereke zêde ya hêzên leşkerî yên hikumetê heye.

(fr)