Li Humsê êrişa çekdarî; 3 kes hatin qetilkirin

Çekdaran li gundewarê bajarê Humsê êrişî dikanekê kir, di encamê de 3 kes hatin qetilkirin.

Li Humsê êrişa çekdarî; 3 kes hatin qetilkirin
5 ÇILE, 2026   22:19
HUMSÊ

Nûçegihana me ji Humsê, diyar kir ku di êrişa komên çekdar li dijî dikanekê li gundê Hekfe yê gundewarê Humsê de 3 kes hatin qetilkirin.

Nûçegihan anî ziman ku çekdarên rûgirtî li erebeyeke siwar bûbûn, gule yekser li dikana Ferhan Marûf reşandin, di encamê de Ferhan Marûf, kurê wî Munteceb Marûf û mamosteyê dibistanê Mihemed Şaban ê ji gundê Dihir El Mexer ê girêdayî bajarê Selemiyê yê Hemayê hatin qetilkirin.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de rewşa ewlehiyê kaos e, zehmetiyên şêniyan zêde dibin, tundî û sûcên qetilkirin û revandinê dewam dikin.

(fr)