QSD: 6 şervan di bersivdana êrişên Tirkiye û DAIŞˋê de şehîd bûn

QSDˋê ragihand ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˋê de 6 şervanên wan şehîd bûn û diyar kir ku DAIŞˋê hewl dide mijûlbûna dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker firset bigirin û xwe ji nû ve çalak bike.

QSD: 6 şervan di bersivdana êrişên Tirkiye û DAIŞˋê de şehîd bûn
9 ÇILE, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 6 şervanên QSDˋê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de hêzên me yên QSDˋê li gelek eniyan li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeeyên wê şerekî dijwar dimeşînin, şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞˋê hewl dide mijûlbûna hêzên me ya dijî êrişên dagirkeriyê bi kar bîne û careke din xwe komî ser bike û êrişên terorane pêk bîne. Lê hêzên me bi ser wan şaneyan de digirin û zirarên mezin digihînin wan.

Li gelek herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê û deverên din di navbera hêzên me û wan şaneyên terorîst de şer û pevçûn derketin, di encamê de 6 şervanên me gihaştin asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û diyar dikin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û armancên wan pêk bînin. Em ji malbatên şehîdên xwe re dibêjin ku tu tişt nikare me ji têkoşînê bi dûr bixe û em ê amaneta hevalên me ku di stûyê me de hiştiye biparêzin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Egîd Tolhildan

Nav û paşnav: Elî Hebeş

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Heyder

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/2000

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-3ˋê Çileya 2025

  Nasnav:  Edhem Cezra

Nav û paşnav: Ehmed Hesen El Hisên

Navê dayikê: Hûriye

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê : Dêrazor-Keber/1995

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7ˋê Çileya 2025

  Nasnav:  Salih Kobanê

Nav û paşnav: Salih Osman Mistefa

Navê dayikê: Hewa

Navê bav: Osman

Cih û dîroka jidayikbûnê : Kobanê/1987

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kîsra-8ˋê Çileya 2025

  Nasnav:  Şahîn

Nav û paşnav: Mihemed Ehmed El Sincar

Navê dayikê: Coza

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/1994

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7ˋê Çileya 2025

 Nasnav:  Fehed

Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Hac Elî

Navê dayikê: Hemde

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/2004

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7ˋê Çileya 2025

 Nasnav:  Ukaş

Nav û paşnav: Mehmûd Ehemd El Casim

Navê dayikê: Lahce

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê : Dêrazor-Keber/1994

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7ˋê Çileya 2025."

(fr)