Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye

Girseya gel a ku duh ji bo parastina Bendava Tişrînê û dijberiya xwe li hember êrişan nîşan bide gihaştiye bendavê di roja 2ˋyemîn de çalakiya nobedariyê dewam dike.

Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
Çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê di şeva 2ˋyemîn de ye
9 ÇILE, 2025   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, bi hezaran welatî ji pêkhateyên kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrişan, berê xwe da Bendava Tişrînê.

Duh, balafirên dewleta Tirk a dagirker konvoya gel li ser rêya Bendava Tişrînê hedef giritbûn, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 birîndar bûn. Lê tevî wê jî girseya gel bi meşê gihaşt bendavê û nobedarî da destpêkirin.

Îro jî çalakiya nobedê di roja 2ˋyemîn de dom kir. Nûçegihana me ya ku bi konvoya gel re kêl bi kêlî dimeşiya, dîmenên girseya li ser bendavê kişandin.

Ji 8'ê Kanûna 2024'an ve dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov û bi hezaran çeteyên xwe êrişên dijwar li dijî Bendava Tişrînê pêk tînin.

Girêdayî wê Rêveberiya Xweser hişyarî ji hilweşîna bendavê û rûdana kareseteke mirovî û ekeolojî li seranserî herêmê, dabû.

(mh/fr)