QSDˊê nasnameyên 3 şervanên xwe aşkera kirin

Navenda Ragihandina QSDˊê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di qezayên leşkerî yên cuda û li cihên cuda de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

QSDˊê nasnameyên 3 şervanên xwe aşkera kirin
5 îlon, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "3 hevrêyên me Hekîm/Remedan Ebdulîlah El Muecel, Xelîl Hesekê/Ebduselam Nasir, Bozan/Bozan Fewaz Beko di qezayên leşkerî yên cuda de û li cihên cuda de şehîd bûn. Hevrêyên me dema li ser erk û wezîfeyên xwe yên leşkerî bûn şehîd bûn.

Hevrêyê me Hekîm di bersivdana êrişeke şaneyên DAIŞˊê yên terorîst li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bû, hevrêyê me Xelîl Hesekê jî dema navbera xwe ya çûna malbatê stand û diçû malê di qezayekê de şehîd bû, her wiha hevrêyê me Bozan jî li ser karê xwe li Reqayê di qezayeke leşkerî de şehîd bû.

Her sê hevrêyên me di karên xwe yên nava hêzên me de fedakariyên bilind pêk anîn û pabendî hemû qanûn û rêzikên hêzan bûn. Li kêlek wê jî erkên xwe bi rêk û pêk pêk dianîn. Di pêngavên leşkerî û operasyonên ewlehî yên hêzên me de li dijî rêxistina DAIŞˊê ya terorîst û di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker de beşdar bûn û di çûna tevahî eniyên şer de dudilî nebûn û di eniyan de berxwedanek mezin raber kirin.

Em sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û diyar dikin ku heta pêkanîna hêviyên şehîd û gelê xwe yên welatekî azad ku tê de ewlehî, aştî û îstîqrara misoger bike li ser şopa wan in.

Agahiyên der barê nasnameyên her sê şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hekîm

Nav û paşnav: Remedan Ebdulîlah El Muecel

Navê dayikê: Fida

Navê bav: Ebdulîlah

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor-kîsra

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-El Hîsan-di dema bersivdana êrişa DAIŞˊê de-26ˊê Tebaxa 2025ˊan.

Nasnav: Xelîl Hesekê

Nav û paşnav: Ebduselam Nasir

Navê dayikê: Turfa

Navê bav: Berho

Cihê jidayikbûnê: Hesekê-gundê Refref

Cih û dîroka: Gundewarê Hesekê-qeza-02ˊê Îlona 2025ˊan.

Nasnav: Bozan

Nav û paşnav: Bozan Fewaz Beko

Navê dayikê: Medîne

Navê bav: Fewaz

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-qezaya leşkerî-02ˊê Îlona 2025ˊan."

(fr)