Rêveberiya kampa Holê: Piştî tevlihevî û sûcên zêde operasyon hat destpêkirin

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku piştî zêdebûna sûc, kiryarên tevliheviyê û binpêkirinên vê dawiyê bi taybet di beşa "Muhacîrat" de hêzên ewlehî û leşkerî qonaxa 4ˊan a Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampê da destpêkirin.

5 îlon, 2025   14:58
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM-DIYAR EHMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekitiya Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, bi daxuyaniyekê fermî ji kampê de destpêkirina qonaxa 4ˊan a Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê ragihand.

Girêdayî mijarê, hevseroka kampa Holê Cîhan Henan got di çend mehên dawîn de li hundirê kampê nexasim di beşa Muhacîrat de zêdebûnekî berbiçav a sûcan heye.

Di kampa Holê de 1884 malbatên ji hemwelatiyên biyanî ku ji 6352 kesan pêk tê hene, ji wan 4100 zarokên temenê wan kêmî 1 saliyê tevî dayikên xwe di beşa Muhacîrat de ne.

Cîhan diyar kir ku "Li kêlek sûcên qetilkirin, êrişên fîzîkî, şewitandina navendên rêxistinan û xerabkirina cihên giştî pêk hatin."

Cîhan anî ziman ku "Ji ber van pêkanîn û sûcan tenê xizmetguzariyên di kampê de di çarçoveya rizgarkirina jiyana welatiyan de bûn. Ji ber ku her tim tîmên alîkariyan û karkerên rêxistinan rûbirûyî êriş û lêdanan bûn." 

Cîhan aşkera kir ku ji ber kiryarên tevliheviyê, êrişên fîzîkî û xerabkirinê xelkê li kampê û karkerên di warê mirovî de û şîrketên di kampê de dixebitin gilî ji wan re radikirin.

Der barê operasyonên ewlehiyê yên berê li kampê de Cîhan destnîşan kir ku wan operasyonan bi awayekî mezin hişt ku hejmara şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên destê wan di texrîbat û rêxistinkirina çalakiyên DAIŞˊê li derveyî kampê de hene, kêm bibe, lê ji bo çareserkirina kêşeya dosya ferdên malbatên çeteyên DAIŞˊê ev têrker nebû.

Hevseroka kampê Cîhanê di dawiyê de got ji ber van sûcan pêdivî bû ku operasyoneke ewlehiyê ya nû ji bo dîsplînkirina rewşên li hundirê kampê û sînordarkirina aloziya zêde were destpêkirin.

 Di kampê de zêdetirî 26500 kes, di nav de 6352 ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên biyanî, 4933 iraqî, 15245 Sûriyeyî û 9 kesên nenas, hene.

(fr)

ANHA