QSDˊê îdiayên hedefgirtina bendeke hêzên hikumetê li nêzî Dêr Hafirê derewandin

Navenda Ragihandina QSDˊê îdiayên Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ku hêzên QSDˊê bendeke kontrolê ya Polîsên Leşkerî yên hikumetê li nêzî Dêr Hafirê hedef girtiye, derewandin.

QSDˊê îdiayên hedefgirtina bendeke hêzên hikumetê li nêzî Dêr Hafirê derewandin
5 ÇILE, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku hêzên QSDˊê bendeke Polîsên Leşkerî yên hikumet li nêzî Dêr Hafirê hedef girtiye, derewandin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên Sûriya Demokratîk îdiayên di daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê de hatin kirin ku QSDˊê bendeke Polîsên Leşkerî li nêzî bajarokê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê hedef girtiye, derewandin.

Hêzên me diyar dikin ku tu çalakî yan jî tevger an jî operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk li wê herêmê tune ne û ev îdiayên çêkirî û bi giştî bi guman in, armanca wan derxistina hincetan û rewakirina rageşiyê ye. Hêzên me aliyê ev daxuyanî daye berpirsê encamên wê dibîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî xweragirtin û rêveçûnên heyî ne."

(fr)