QSDˈê nasnameyên 7 şehîdan aşkera kirin

QSDˈê nasnameyên 7 şervanan aşkera kirin ku di navbera 8ˈê Kanûna 2024ˈan û 11ˈê Çileya îsal de şehîd bûne.

QSDˈê nasnameyên 7 şehîdan aşkera kirin
12 ÇILE, 2025   12:56
NAVDNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanan aşkere kirin ku di navbera 8ˈê Kanûna 2024ˈan û 11ˈê Çileya îsal de di berxwedana li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaqê û bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞˈê de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dikin û hewl didin pêşde werin. Lê ji ber berxwedan û derbeyên ku ji aliyê şervanên me QSDˈê ve dixwin têk diçin. Dewleta Tirk a ku derbeyan dixwe rojane çeteyan ji bo êrişên nû ber bi eniyan ve dehef dide. Lê dîsa jî ji aliyê şervanên me têk diçin û ji qadên şer ve direvin. Di roja din jî bi hejmareke mezin û bi desteka balafên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker û tank û panzêran êrişên xwe dûbare dikin.

Di berxwedana domdar a hêzên me ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˈê ya terorîst hejmarek şervanên me piştî derbên giran li çete û terorîstan xisit û heya kêliya dawî li qadan li ber xwedan, gihiştin asta şehadetê.

Hevreyên me yên şehîd ev in: Kendal Efrîn (Semîr Ebdurehman Ereb), Ciwan Kobanê (Mihemed Nasan Nebî), Reşo Bozan (Mehmûd Îbrahîm Mistefa), Nîhad (Wesîm Mihemed El Hecî), Dilşêr (Ehmed Hemed Hemade), Egîd Tevşo (Mihemed Osman Hemo), Berxwedan (Mistefa Hecî Mihemed Siyêwî).

Bila serê malbatên her heft şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Em ê têkoşîn û hildana ala şehîdên xwe bidomînin. Her şehîdek îsrara me zêde dike. Em heya serkeftinê û pêkanîna hêvî û armancên şehêdên me gelê me ya azadî û parastina herêmê tê bikoşin."

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan bi vî rengî ne:

Nasnav: Kendal Efrîn

Nav û paşnav: Semîr Ereb

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Ebdurehman

Cih û dîroka jidayîkûbnê: Efrîn-1970

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo-Nexweşxaneya Şehîd Xebat- 7 Çile 2024

*******

Nasnav: Ciwan Kobanê

Nav û paşnav: Mihemed Nasan Nebî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Cerablus- 1999

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaq- 8 Kanûn 2024

*******

Nasnav: Reşo Bozan

Nav û paşnav: Mehmûd Mistefa

Navê dayikê: Gulê Berekat

Navê bav: Îbrahîm

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Gundê Bûzar 2001

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Gundê Kabirca- 8 Kanûn 2024

*******

Nasnav: Nîhad

Nav û paşnav: Wesîm El Hecî

Navê dayikê: Emûna

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa-El Hûra 2001

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa-El Cirniye-5 Çile 2025

*******

Nasnav: Dilşêr

Nav û paşnav: Ehmed Hemade

Navê dayikê: Nesra

Navê bav: Hemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê-El Becdelî 2005

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Siwer- 11 Çile 2025

*******

Nasnav: Egîd Tefşo

Nav û paşnav: Mihemed Hemo

Navê dayikê: Besê

Navê bav: Osman

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tefşo 1987

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn 11 Çile 2025

*******

Nasnav: Berxwedan

Nav û paşnav: Mistefa Mihemed Siwêyî

Navê dayikê: Şahîba

Navê bav: Hecî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa 1999

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-10 Çile 2025.

(bb)