Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwe ji bo nobedariya bendava Tişrînê amade dikin

Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo beşdarî nobedariya bendava Tişrînê bibin û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin wê sibe bi rêkevin.

Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwe ji bo nobedariya bendava Tişrînê amade dikin
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwe ji bo nobedariya bendava Tişrînê amade dikin
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwe ji bo nobedariya bendava Tişrînê amade dikin
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê xwe ji bo nobedariya bendava Tişrînê amade dikin
12 ÇILE, 2025   12:57
REQA

Di 8’ê Çileyê de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, bi karwanekî sivîl ber bi bendavê ketin rê.

Duh jî bi sedan şêniyên bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê yên kantona Cizîrê tevlî şêniyên ku li bendavê nobedariyê dikin bûn.

Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazzorê ji bo ku tevlî nobetê didin, sibe dê herin bendava Tişrînê.

Hilweşîna bendavê ji bo gelên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrezorê bi taybetî û ji bo tevahiya Sûriyeyê bi giştî dê bibe sedema karesateke mirovî.

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê, 5 roj in kom bi kom li bendava Tişrînê nobetê digirin.

(k)