Ji QSDˈê bang

QSDˈê êrişên bi armanca astengkirina hewldanên mîsogerkirina aramiyê li Sûriyeyê şermezar kirin û banga diyaloga navxweyî kir.

Ji QSDˈê bang
2 ÇILE, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê êrişên çend rojên dawîn ên li Til Rifet, Dêr Cemal û Minbicê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên me êrişên terorî yên ku çend rojên dawî li ser Til Rifat, Dêr Cemal û Minbicê pêk hatine, şermezar dike, ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwaze.

Hêzên me êrişên terorî yên bi armanca astengkirina hewldanên mîsogerkirina aramiyê yên li Sûriyeya nû red dike. Hêzên me careke din bang li hemû aliyên sûriyeyî dike ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ji tundiyê dûr bikevin û diyalogê esas bigirin."

(bb)

ANHA