Hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû

Hevdîtina navbera heyeta DEM Partiyê û Serokê Meclîsa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş bi dawî bû.

Hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû
2 ÇILE, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, Parlamenter Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk a bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re bi dawî bû. Hevdîtin, nêzî saetekê domiya. 

PİŞTÎ CİVÎNÊ DAXUYANİYEKE KURT HATE DAYİN.

Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û anî ziman ku wan qala hevdîtina bi Rêber Abdullah ocalan re kirine û pêşniyar wergirtine. Onder got: "Niha wê bi Birêz Bahçelî re dewam bike.

Bawerim roja Duşemê em ê serdana Partiya Gel a Komarê (CHP), AK Partî û partiyên din ên li Meclîsê dewam bike. Piştî van serdanan weke heyet em ê daxuyaniyeke berfireh bidin çapemeniyê."

Onder ji bo hevdîtina bi Kûrtûlmûş re got, "baş" derbas bûye.

Heyet wê saet di 15:00 de bi Bahçelî re hevdîtinê bike.