Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’

Di merasîma oxirkirinê ya şervanê QSD`ê şehîd Şervan Qamişlo û merasîma xiyabî ya şervanê QSD`ê şehîd Lewend Qamişlo de, axêveran diyar kir ku ji bo parastina Rojava em hemû bi şervanên QSD`ê re ne.

Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
Di merasîmên şervanên QSD`ê de helwesta `Em hemû QSD ne’
2 ÇILE, 2025   14:38
QAMIŞLO

Ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Qamişlo (Şivan Ehmed) yê di 30`ê Kanûna 2024`an de li Bendava Tişrînê şehîd bû, merasîmeke oxirkirinê û şervanê QSD`ê Lewend Qamişlo (Usama Hesen) ê ku 9`ê Kanûna 2024`an li bajarê Minbicê şehîd bû, merasîmeke xiyabî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, heval û malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şêro Şero axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Şêro Şero diyar kir ku kombûn û amadebûna gelan di merasîmê de yek ji daxwazên şehîdan e, ew niha di rojên dîrokê de re derbas dibin, ji bo şervanên ku niha di eniyê parastinê de silav şandin û got: “Niha zarokên me di eniyan de di nava berxwedaneke bêhempa de ne.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Kawa Gulo jî axivî û da zanîn ku şervanên QSD`ê di asta herî bilind de parastina destkeftiyên gelan li herêmê dike, rojane bi dehan caran hewldanên çeteyên dewleta Tirk a derbasbûna herêmê tên têkbirin û wiha got: “Em soza xwe ya ji bo parastina gelan nû dikin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîd Şervan Qamişlo û Lewend Qamişlo hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Xaltîka Şehîd Şervan Qamişlo Şaha Hesarî jî axivî û destnîşan kir ku şehîd Şervan navê kurê apê xwe yê şehîd rakir û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk dema teng dibe berê xwe dide Rojava, bila bizane bê ji bo parastina xakê Rojava tev YPG, YPJ û QSD`ê ye. Em ê dayikên Kurdistanî bi rakirina çekê li hemberî Erdogan derkevin, ti carî Rojava teslîmî Erdogan nakin. Em tev şagirtên Serok Apo ne.”

Heval û malbatên şehîdan şehîd Şervan Qamişlo li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spart axê. Merasîm bi berzkirina sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(re)

ANHA