Qezaya ser rêya Şedadê-Hesekê: 13 kes mirin û 9 birîndar bûn

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama qezaya li ser rêya Şedadê-Hesekê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Qezaya ser rêya Şedadê-Hesekê: 13 kes mirin û 9 birîndar bûn
3 îlon, 2025   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî aşkera kir ku di qezaya li ser rêya Şedadê-Hesekê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Îro sibehê, (sêşemê), li ser rêya Şedadê-Hesekê li gundê Xemaîl qezayeke trafîkê pêk hat, ku di encamê de 11 welatî û 2 endamên hêzên me wefat kirin û 9 kesên din jî birîndar bûn. Qeza ji ber lihevqelibîna tankereke mazotê, otobûseke rêwiyan û kamoyînekê pêk hat û zirareke mezin bi wesayîtan bûn û hejmarek qurbanî çêbûn.

Hêzên me bi hevkariya tîmên ambulansê, bi lez çûn cihê bûyerê û cihê qezayê ewle kirin, birîndar û cenaze veguhestin nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Dûre jî ji bo diyarkirina sedemên qezayê dest bi lêkolînan hate kirin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest. Em bang li hemû ajokaran dikin ku ji bo ewlehiya her kesî pabendî qanûnên trafîkê û rêziknameyên ewlehiyê bibin."

(fr)