Qesra Elysee beriya hevdîtina Macron û El Şeri naverok aşkera kir

Qesra Elysee diyar kir ku Fransa wê di hevdîtinê de ji serokê desthilata Şamê bixwaze ku Sûriyeyeke nû, azad, aramtir û xwedî serwerî ku rêzê ji tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyî re bigire, ava bike.

Qesra Elysee beriya hevdîtina Macron û El Şeri naverok aşkera kir
6 gulan, 2025   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) daxuyandibû ku Qesra Elysee ya Fransayê ragihand ku serokê Fransayê Emmanuel Macron wê roja çarşemê li Parîsê bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re hevdîtinê bike.

Qesra Elysee diyar kir ku Macron wê ji serokê desthilata Şamê re heman daxwazên xwe yên berê bike, ku Sûriyeyek nû, azad, aram û xwedî serwerî ku rêzê ji tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyî re bigire, ava bike.

Li gorî daxuyaniya Elysee ev hevdîtin dikeve çarçoveya panbendiya Fransa ya dîrokî li hember Sûriyeyiyên ku hêviya aştî û demokrasiyê dikin û anî ziman ku wê Macron ji hikumeta Sûriyeyê, di serî de pêkanîna aramiyê li herêmê bixwaze, bi taybet jî li Lubnanê û têkoşîna dijî terorê bixwaze.

Li gorî çavdêran, wê Macron di hevdîtinê de balê bikişîne ser komkujiyên di Adarê de li rojavayê welat bûne ku di encamê de hezar û 700 kes ku piranî Elewî bûne qurban, her wiha wê balê bikişîne ser şerê di vê dawiyê de di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdarên Durzî de û binpêkirinên rêxistinên nehikumî belge kirine.

(mh/fr)