Qanûna Pêveka Budceya Giştî ya 2024ʹan hat erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qanûna Pêveka Budceya Giştî ya sala 2024ʹan erê kir.

Qanûna Pêveka Budceya Giştî ya 2024ʹan hat erêkirin
16 cotmeh, 2024   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 107ʹan de Qanûna Pêveka Budceya Giştî ya bi jimareya 7ʹan a sala 2024'an nîqaş kir û erê kir.

Di rûniştinê de Desteya Seroketiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk, hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman, şêwirmendê Meclisa Gelan a Demokratîk Hesen Koçer, endamên Meclisa Gelan a Demokratîk, nûnerên Desteya Maliyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di rûniştinê de Hisên Elî Osman wekî nûnerê kantona Reqayê hat erkdarkirin.

Piştre bendên reşnivîsa Qanûna Pêveka Budceya Giştî ya jimareya 7ʹan a sala 2024'an hatin nîqaşkirin. Desteya Maliyê bi hûrgilî li ser dahatên giştî yên Rêveberiya Xweser şîrove kirin.  

Di dawiya rûniştinê de beşdaran girîngî da berdewamkirina pêşxistina xebata saziyan, da ku pêkanîna îstîqrar û pêketina li herêmê werin misogerkirin.

(mh)