Qanûna Ewqafê hat erêkirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya asayî ya 90`î de Qanûna Ewqafê erê kir.

Qanûna Ewqafê hat erêkirin
16 mijdar, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina 90`î ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi amadebûna nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, endamên meclisa giştî ya rêveberiyên xweser û sivîl yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêwirmendê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer hat lidarxistin.

Hesen Koçer di rûniştinê de rewşa siyasî, geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, nirxandin.

Piştre li ser madeyên Qanûna Ewqafê nîqaş hatin kirin û qanûn hat erêkirin. Qanûn ji îro (16 Mijdar) de dikeve meriyetê.

Qanûna Ewqafê ji 28 madeyan pêk tê. Ew made têkildarî çavdêrî û şopandina hemû aktîvîteyên olî, pêşxistina perwerdeya olî di hemû qonaxên xwendinê de, şopandina fetweyeyan û şopandina kar û barên berpirsên wan, çavdêriya rêveçûna sirûdên olî, şopandina avahiyên ewqafê û parastina wan, agahdariya li ser zêdegavî û binpêkirinan.

(c)