QSD: Di êrişa li Kobanê de şervanekî me şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li başûrê Kobanê de, şervanekî wan şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne.

QSD: Di êrişa li Kobanê de şervanekî me şehîd bû
16 mijdar, 2023   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker duh êvarê li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê, li erebeya ku şervanên me yên di destûrê de tê de bûn, bombebaran kir. Di êrişê de şervanekî me şehîd bû, 2 şervan jî birîndar bûn.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 5`ê Cotmehê ve êrişên xwe yên li djiî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet binesaziya herêmê, saziyên jîngehê û mal û milkên welatiyan dijwartir kirine. Di encama êrişan de, bi dehan sivîl ku jin û zarok jî di nav de hebûn, şehîd bûn.