Qamişlo ji bo konferansa Kurdî amade ye

“Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”, wê sibe li bajarê Qamişlo were lidarxistin. Ji Rojava, Bakûr, Başûrê Kurdistanê û gelek deverên Suriyeyê wê zêdetirî 400 kes tevlî konferansê bibin. Hejmarek zêde ya saziyên ragihandinê jî dê bişopînin.  

Qamişlo ji bo konferansa Kurdî amade ye
25 nîsan, 2025   09:03
QAMIŞLO

Konferansa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî pêk tê. Konferansa bi navê, “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” wê sibe (26’ê Nîsana 2025) li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê nûnerên tevahiya partiyên Kurd, rêxistinên jin û ciwanan, kesayet, rewşenbîr, hunermend û oldarên li Rojavayê Kurdistanê, kesayetên Kurd ên ji bajarên Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê tevlî konferansê bibin.

Ji Bakûrê Kurdistanê şandeya DEM Partî, ji Başûrê Kurdistanê nûnerên partî û rêxistinan jî wê di konferansê de amade bin.

Her wiha wê ji Rojhilatê Kurdistanê, Başûr û derveyî welat jî peyamên partî û rêxistinên Kurd werin xwendin.

BEŞA YEKEM JI RAGIHANDÊ RE VEKIRÎ YE

Konferans, wê saet di 10.00’an de bi xêrhatina mêvanan û hilbijartina dîwanê destpê bike. Piştre wê axaftina vekirinê ji aliyê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ve were kirin.

Piştî axaftina vekirinê wê mêvan li ser mijarê nêrîn û nirxandinên xwe bikin. Her wiha peyamên ji bo konferansê hatine şandin bên xwendin.

REŞNIVÎSA YEKRÊZIYÊ WÊ BÊ ERÊKIRIN

Piştî axaftina vekirinê û nirxandinên mêvanan wê konferans ji ragihandinê re girtî dom bike.

Di herîkîna konferansê de wê reşnivîsa yekrêziya Kurd ku berê li ser gotubêj hatibûn kirin, were xwe û nîqaş li ser bên meşandin. Di encama nîqaşan de wê rengê dawî were dayîn û bê erêkirin.

Di dawiya konferansê de wê encamname bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.

ELEQEYA RAGIHANDINÊ

Ji bo konferansê hemû saziyên ragihandinê yên Kurdistanî û biyanî hatine vexwendin. Li gorî komîteya amadekar, wê li ser navê zêdetirî 60 saziyên ragihandinê derdora 200 rojnamevan konferansê bişopînin.

Konferans wê rojekê dewam bike.

(sb/a)

ANHA