Qada Newrozê ya li Reqayê hat xemilandin

Li Reqayê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn û qad hatiye xemilandin.

20 adar, 2024   15:31
REQA

Li Reqayê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn. Qada Newrozê ku dê li Stadyuma Beledî were lidarxistin, bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye xemilandin.

Pîrozbahiya navendî ya li kantona Reqayê dê sibe saet di 10.00’an de bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dest pê bike.

Endama komîteya amadekar Feyrûz Xelîl Newroz li tevahî gelên cîhanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û diyar kir amadekarî bi dawî bûne. Feyrûz banga tevlêbûna pîrozbahiyê kir.

Cara yekemîn Newroz li Reqayê di sala 1986’an de hate pîrozkirin û ji destpêka aloziya  Sûriyeyê ve di sala 2019’an de anku piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê di sala 2017’an de hate pîrozkirin.

(bb)

ANHA