P.Y.D.K-Sˊê bernameya xwe ya hilbijartinê li Cizîrê aşkera kir

Bi destpêkirina propagandya hilbijartinê ya hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevrikiya di navbera partî, hevbendî û kesayetên serbixwe de zêde dibe. Bi wê re P.Y.D.K-Sˊê bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.

P.Y.D.K-Sˊê bernameya xwe ya hilbijartinê li Cizîrê aşkera kir
1 hezîran, 2024   20:23
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demoqrata Kurd li Sûriye (P.Y.D.K-S) di civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo de bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.

Sekreterê Giştî yê P.Y.D.K-Sˊê Mistefa Meşayix bernameya hilbijartinê ya partiyê xwend.

Di naveroka daxuyaniya bernameya hilbijartinê de hat gotin der barê hişyarî û zanabûna hilbijartinê li gel welatiyan de û teşwîqkirina welatiyan ji bo pêkanîna mafên xwe yên hilbijartin û dengdanê û teqeziya li ser girîngiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji erka partiyê ye ku vê rêveberiyê bi pêş bixe. Da ku bikare barên mezin ên pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re li gorî derfetên heyî hilgire. Li ser parçekirina Sûriyeyê Rêveberiya Xweser ne gef e û li dijî dewletên cîran jî ne gef e.

Partiyê di bernameya xwe de anî ziman ku li gorî tiştên naborî wan biryar da ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan bin, da ku bi awayekî baş bi rêya şaredariyan xizmetî welatiyan bikin. Ji bo dabînkirina xwestekên welatiyan li kêlek aliyên din ên beşdarî xebata hilbijartinê bûne; ji hêz, partiyên siyasî û serbixwe partî hewl dide van xebatan pêk bîne:

Hevkarî û rêxistinkirina xebata şaredariyan û saziyên girêdayî wan.

Peydakirina nan bi kalîteya baş û belavkirina wê bi awayekî adilane.

Başkirina torên avê û jêderên wê û gihandina ava paqij li tevahî welatiyan bi awayekî adilane û sekina li dijî rijandina wê ya zêde.

Rêxistinkirina xebatên jenetoran (empêran), dabînekirina wan bi buhayekî guncaw û hewldana dîtina jêderên altarnatîf.

Başkirina binesaziyê, kanalîzasyona, vekirina rêyan, sererastkirin, paqijkirin û ronîkirina wan.

Partina cihên giştî, sekina li ser xerabbûnên wan, başkirin û pêşxistina wan.

Çandina daran û girîngîdayîna jîngehê ku qirêjî were sînordarkirin.

Girîngîdayîna paqijiya giştî, nexasim rê, park, qad û seyrangehan.

Partina cihên şûnwarî û parastina wan ji tevahî şêniyên xerabbûnê.

Şopandina sûkan û asta pabendbûna wan bi tenduristî û ewlehiya giştî û pêkanîna tedbîrên qanûnî li dijî kesên muxalifan dikin.

Hêsankirina derxistina ruxsetên avahiyan, tamîrkirin û sererastkirinê, bi taybet ruxsetên guncaw yên çalakiyên bazirganî, tûrîzmê, tenduristî, pîşesazî û hwd ji qadên aboriyê.

Xebitîna li ser avakirina cihên sînaî li derveyî bajar, bajarok, gund û herêmên lê şênî hene û dabînkirina binesazî û xizmetguzariyan li gel parastina pîvanên jîngeh û tenduristiyê.

Hêsankirina tedbîrên ji bo fînansekirinê.

Peydakirina xizmeta veguhastina hundirîn bi buhayên kêm.

Girîngîdayîna xweşikbûna bajêr, bajarok û gundan.

Kêmkirina bacên darayî li ser ruxsetên avahî û sererastkirinan, xebitîna li ser firehkirina diyagrama rêxistinî ya bajar û bajarokan ji bo sînordarkirina muxalefetên avahiyên ketober û bêrêxistinî.

(fr)

ANHA